Sine; Berdewamiya girtin û zextên li ser Leyla Paşayî û Baran Saidî, du çalakvanên jin ên Kurd ji bo wergirtina îtirafên bi zorê

23 March 2025 22:15

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an

Leyla Paşayî û Baran Saidî, du çalakvanên sivîl ên hatinî binçavkirin li pêwendî digel rêûresma taybet bi roja Cîhanî ya Jinan û ji girtiyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Sine hatine veguhastin û ji her cure pêwendîgirtinekê hatine bêparkirin. Ev du çalakvanên jin ji bo wergirtina îtirafên bi zorê di bin zext û givaşan de ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 12 roj ji binçavkirina van du çalakvanên warê mafê jinan, Leyla Paşayî ya 45 salî û xelka Seqizê û rûniştiye bajarê Sine û Baran Saidî ya 45 salî, heta niha ji sereketirîn mafên xwe yên wekî destpêregihîştin bi parêzer hatine bêparkirin û ji hefteya borî ve jî, ji pêwendîgirtin bi malbatên xwe re bêpar mane û di odeya takekesî ya Navenda Perwerde û Çaksazî de (benda jinan a girtîgeha Sine) têne ragirtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du çalakvanê warê mafê jinan ji bo wergirtina îtrafên bi zorê di bin zext û givaşan de ne ku li hember kamêrayê li dijî xwe îtirafê bi zorê bikin.

Ev du çalakvanên medenî roja Duşemî 10ê Adara 2025an, digel Soheyla Mutayî û Soma Mihemedrizayî du çalakvanên din ên mafê jinan ên Kurd li bajarên Sine û Dêwulanê ji ber çalakî û amadebûna wan di rêûresma taybet bi roja Cîhanî ya Jinan li Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne binçavkirin û bo girtîgeha Îtilaata vî bajarî hatibûne veguhastin.

Soheyla Mutayî di dawiyê de roja Duşemî 17ê Adara 2025an û Soma Mihemedrizayî roja Çarşemî 19ê Adara 2025an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sine  hatibûne  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin