Rêûresma Newrozê; Girtina Karwan Dafi`î ji aliyê hêzên ewlehî ve li Merîwanê

Hengaw; Duşemî 24ê Adara 2025an
Karwan Dafi`î, welatiyê ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 23ê Adara 2025an, Karwan Dafi`î yê temen 25 salî û xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li şeqameke vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd li derheq rêûresma Newroza Kurdistanê hatiye girtin û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa Karwan Dafi`î bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.