Rêûresma Newrozê; Girtina sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li Sine

Hengaw; Duşemî 24ê Adara 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê gundê "Ewîheng" ê girêdayî navçeya Kelaterzana bajarê Sine yên bi navên Şîrwan Heyderî, Îdrîs Heyderî û Sîrwan Hatemî ji aliyê hêzên hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 23ê Adara 2025an, Şîrwan Heyderî yê temen 37 salî, Îdrîs Heyderî yê temen 30 salî û Sîrwan Hatemî yê temen 40 salî û her sê xelkê gundê "Ewîheng" ê ser bi navçeya Kelaterzana bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev sê welatiyên Kurd li derheq rêûresma Newroza Kurdistanê hatine girtin û lipeyketinên malbata wan derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van sê welatiyên Kurd li ber dest nîne.