Rêûresma Newrozê; Mehmûd Nadirî bo carek din li bajarê Sinê hate girtin

25 March 2025 01:06

Hengaw; Duşemî 24ê Adara 2025an

Welatiyekî Kurd û xelkê navçeya Kelaterzan a ser bi bajarê Sine yê bi navê Mehmûd Nadirî bi derbasbûna nêzî 15 rojan piştî azadkirina demkî, carek din ji aliyê îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye girtin. Girtina navbirî li derheq rêûresma taybet a Newrozê li Kurdistanê bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Mehmûd Nadirî, welatiyê 45 salî yê xelkê gundê "Dadane Kemanger" ê girêdayî navçeya Kelaterzanê, piştî gazîkirin û serdankirin bo Îtilaata Spahê li Sine hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Nadirî, ev welatiye piştî girtinê bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li Sinê ya bi navê Biryargeha “Şehremfer” hatiye veguhastin.

Girtina Mehmûd Nadirî di demekê de bûye ku, ev welatiye destpêka meha Adarê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû azadkirin. Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev welatiye di dema azadkirinê de soz dabû ku di rêûresmên taybet bi Newrozê de beşdariyê neke û bi sedema beşdarîkirin li rêûresmên Newrozê hatiye girtin.

Navbirî roja Sêşemî 4ê Adara 2025an, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Sine hatibû girtin.

Mehmûd Nadirî li derheq lidarxistina rêûresma daweta kurê xwe di salona Mêhr a bajarê Sinê de hatibû girtin. Di vê rêûresmê de gelek welatiyan cemedanî û cilûbergên xakî bi kar anîbûn û piştevaniya xwe ji 58 welatiyên ku ji ber lixwekirina cilûbergên xakî û cemedanî li Pîranşarê ku bi vekirina dosyeyên dadwerî re rû bi rû bibûn, ragihandin.

Navbirî berê çend caran bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin û roja piştî rêûresma dawetê jî telefona wî ya kesî ji aliyê saziyên ewlehî hatibû destbiserdegirtin û piştî 5 rojan jê re hate danê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin