Rêûresma Newrozê; Girtina Umîd Mewlûdiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve li Bokanê

26 March 2025 14:27

Hengaw; Çaşemî 26ê Adara 2025an

Umîd Mewlûdiyan, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 25ê Adara 2025an, Umîd Mewlûdiyan ê temen 22 salî û xelkê gundê "Karêze Serdar" ê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Umîd Mewlûdiyan ji ber beşdarîkirin di rêûresma Newroza Kurdistanê de hatiye girtin û lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd di vê derbarê de heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast  derheq tohmetên ku dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin