Rêûresma Newrozê; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Mistefa Hujebirî li Sine

Hengaw; Pêncşemî 27ê Adara 2025an
Mistefa Hujebirî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li pêwndî digel rêûresma Newroza Kurdistanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna 4 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 23ê Adara 2025an, Mistefa Hujebirî yê temen 28 salî û xelkê gundê "Quliyan" ê ser bi bajarê Sine, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna 4 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê hatiye girtin û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa Mistefa Hujebirî bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.