Girtîgeha Êvînê; Wirîşe Muradî tevî nebaşbûna rewşa wê ya tendirustiyê, ji pêregihîştinên pizîşkî hatiye bêparkirin

28 March 2025 21:11

Hengaw; Înê 28ê Adara 2025an

Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “bexî” sizayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin, ji ber çêkirina astengiyan li navendên hikûmetî û bi taybetî berpirsên girtîgeha Êvînê, tevî vê ku navbirî bilez hewcehî bi pêregihîştina pizîşkî heye, ji çareseriya pizîşkî hatiye bêparkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Sine ku li girtîgeha Êvîna Tehranê girtî ye ji şanda wê bo dermanxaneya derveyê girtîgehê hatiye bêparkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Wirîşe Muradî nesaxiya dîska pişt û geviyê heye û sê meh e ji biryara pizîşkê taybet bo encamdana niştergerî bo navbirî derbas dibe; lê heta niha nefermanîkirina berpirsan bûye rêgirî ji encamdana vê niştergeriya bilez.

Berê Hengawê di raporekê de derbarê rewşa wê nivîsîbû ku, îşkenceyên li ser Wirîşe Muradî li girtîgeha Îtilaatê li Sinê ewqas giran bûne ku wê carekê xwîn vereşandibû û bi tevahî ji hişê xwe çûbû.

Wirîşe Muradî berê ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulqasim Selewatî” bi tohmeta “bexî” bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Parêzerên vê girtiya siyasî di meşa yekemîn û duyemîn kombûna dadgehê de mafê xwendina dosyeya navbirî nebûn û heta Wirîşe Muradî jî di meşa dadgehê de mafê berevanîkirin ji xwe nebûye.

Wirîşe Muradî, di dosyeyeke hevpar de digel çar girtiyên siyasî yên binçavkirî li girtîgeha Êvînê ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Du ya Civata Dadwerî ya Qudsa Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulfezl Amirî Şehrabî” bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Wirîşe Muradî roja Sêşemî 26ê Kanûna 2023an, piştî 5 meh binçavkirinê di odeya takekesî de ji girtîgeha Wezareta Îtilaatê naskirî bi benda 209 a girtîgeha Êvînê bo benda jinan hatibû veguhestin.

Wirîşe Muradî roja Sêşemî 1ê Tebaxa 2023an, li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Wezareta Îtilaatê ve hate revandin û navbirî di dema revandinê de bi tundî rastî lêdanê hatibû û bi bê wê ku bê dermankirin bo girtîgehê hatibû veguhestin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin