Sine; Binyamîn Rehîmpûr bi salek girtîgeha sepyayî hate sizadan

30 March 2025 19:29

Hengaw; Yekşemî 30ê Adara 2025an

Binyamîn Rehîmpûr, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê bajarê Sine, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeha sepyayî hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Binyamîn Rehîmpûr ê temen 35 salî û xelkê gundê “Ewêheng” û rûniştiyê bajarê Sine û bavê du zarokan ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û propagende di berjewendiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de” bi salek girtîgeha sepyayî hate sizadan.

Kombûna pêregihîştina bi tohmetên vî welatiyê Kurd 10ê Çileya 2025an, li Taya Yek a Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê hatiye birêveçûn û sizayê hatî behskirin li rêkefta 14ê Çileyê bi navbirî re hatiye ragihandin.

Binyamîn Rehîmpûr, roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser cihê karê wî û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Spahê “girtîgeha Şehramfer” hatibû veguhastin.

Ev welatiye di dawî de rêkefka 8ê Çileya heman salê, piştî derbaskirina 19 roj girtin li benda takekesî ya Îtilaata Spahê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû azadkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiye di dema girtîgehê de ji mafên destpêregihîştina bi parêzer, hevdîtin û pêwendiya telefomî bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

ev welatiyê Kurd berê di rêkefta 3ê Gulana 2020an de, digel birayê xwe yê bi navê Tariq Rehîmpûr, li encama êrîşkirina hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wan ya malbatî bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” hatibûne girtin û ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seyîdî bi 18 meh girtîgeha ragirtî û şeş meh girtîgeha sepyayî hatibû sizadan ku li 15ê Çileya 2023an piştî gazîkirin û serdankirina Taya Yek a Birêvebirina Sizayana a Sinê ji bo birêvebirina şeş meh sizayê bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin