Urmiye; Kuştina welatiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Husênzade bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî

31 March 2025 12:54
Hengaw; Duşemî 31ê Adara 2025an
Mihemed Husênzade, welatiyê Kurd ê xelkê Urmiyê, bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li vî bajarî hate kuştin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 29ê Adara 2025an, welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Husênzade û xelkê gundê “Qişlaqê Terzîlû” ê ser bi bajarê Urmiyê, bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, hêzên Întizamî bi bê agehdarkirina berê trombêla li halê hereketê ya vî welatiyê Kurd dane ber gulleyên rasterast.
Van hêzan li bajarokê “Terzîlû” yê ser bi Urmiyê, bi şilk û gumana hilgirtina “kelûpelên qaçax” trombêla vî welatiyê kirine armanc.
Source: Hengawê Kurdî