Rêûresma Newrozê; Girtina 5 welatiyên Kurd li bajarê Merîwanê

21 March 2025 21:43

Hengaw; Înê 21ê Adara 2025an

Pênc welatiyên Kurd ên xelkê Merîwanê yên bi navên Aram Nîkpey, Mihemed Nîkpey, Mihemed Eştek, Tehsîn Dadres û Bîlal Dadres li pêwendî digel rêûresma Newrozê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 21ê Adara 2025an, Aram Nîkpey yê temen 38 salî, Mihemed Nîkpey yê temen 28 salî, Mihemed Eştek ê 23 salî û her sê xelkê gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê, Tehsîn Dadres ê girtiyê siyasî yê berê yê temen 31 salî û Bilal Dadres ê temen 36 salî û her du xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar,  ev welatiyên Kurd li pêwendî digel rêûresma Newrozê li Kurdistanê hatine girtin û tevî lipeyketinên malabata van welatiyên Kurd, saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke rohn derheq çarenivîs û rewşa wan dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van pênc welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin