Jinkujî; Azîta Felahî bi destê hevjînê xwe li bajarê Sunqur û Kulyayî hate kuştin

Hengaw; Şemî 5ê Nîsana 2025an
Jineke ciwan a xelka bajarê Qurwe ya bi navê Azîta Felahî bi destê hevjîn û bavê hevjînê xwe li bajarê Sunqur û Kulyayî yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hate kuştin. Hevjînê wê ku destpêkê ragihandibû Azîtayê diwî bi jiyana xwe aniye, niha hatiye girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 3ê Nîsana 2025an, jineke ciwan a bi navê Azîta Felahî ya temen 36 salî ku dayîka du zarokanên 11 û 16 salî bi destê hevjînê xwe û bi hevkariya bavê hevjînê xwe li mala wan ya malbatî bi awayekî hovane rastî lêdanê hatibû û navbirî bi sedema lêdan û kutana dijwar, canê xwe ji dest da.
Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Felahî, malbata hevjînê wê destpêkê ragihandibûn ku navbirî bi xwe dawî bi jiyana xwe aniye, lê piştî veguhastina wê bo Pizîşkî Yasayî hate xuyabûn ku navbirî hatiye kuştin û hevjînê wê jî hatiye girtin. Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedem an jî sedemên kuştina vê jina ciwan ti zanyariye serast ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, termê Azîta Felahî roja Înê li gundê jidayîkbûna wê, gundê Cameşoran ê girêdayî bajarê Qurwê bi axê hate spartin.
Pêka belge û amarên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha Adaraa 2025an de, herî kêm 8 haletên jinkujiyê li Îranê hatine tomarkirin.