Jinkujî; Raporek li ser kuştina Ferzane Muradî û 2 zarokên di zikê wê de ji aliyê hevjînê wê ve li Kozeranê

Hengaw; Yekşemî 6ê Nîsana 2025an
Jineke ducanî ya xelka bajarê Kozeranê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya bi navê Ferzane Muradî digel 2 zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hate kuştin. Hênceta bikuj bo encamdana vê tawanê, ducanîbûna jina wî bi keçekê bûye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Adara 2025an, Ferzane Muradî, jina ducanî ya temen 30 salî û rûniştiya bajarê Kozeranê û dayîka 2 zarokên keç ên 5 û 8 salî, ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê “Pêdram Sefayî” ve bi çeka demançe hate kuştin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferzane Muradî ya ku bi cêmik ducanî bûye û yek ji wan kur û ya dinê jî keç bûye, ji ber vê sedemê ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku, bikuj piştî encamdana tawanê, ji cihê bûyerê reviya bû û ji aliyê xizmên xwe ve radestî polîsan hate kirin û niha hatiye girtin.