Rêûresma Newrozê; Berdewamiya girtina Şêx Zahid Şehabî û veguhastina wî bo girtîgeheke ewlehî li Sine

Hengaw; Duşemî 7ê Nîsana 2025an
Şêx Zahid Şehabî, ji çalakvanê olî yê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê ku li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê li encama êrîşa hovane ya hêzên îdareya Îtilaatê hatibû girtin, bo girtîgeheke ewlehî ya Komara Îslamî ya Îranê li Sine hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Şêx Zahid Şehabî yê xelkê Seqizê ku 14 roj in di girtîgehê de ye, ji girtîgeha îdareya Îtilaata Seqizê bo girtîgeheke ewlehî li bajarê Sine hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke nêzîk malbata Şehabî, Şêx Zahid Şehabî di vê heyama dawî ya girtina xwe de du caran pêwendiya telefonî bi malbata xwe re hebûye. Navbirî herwisa ji mafên xwe yên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Şêx Zahid Şehabî roja Duşemî 24 Adara 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û van hêzan dest danîne ser telefona wî.
Hengawê berê dabû zanîn ku, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser Xaneqa "Rêya Azadî" ya Seqizê, tevî çêkirina rewşeke tirsandin û girtina Zahid Şehabî, pirtûkên di nav Xaneqayê de avêtine derê.
Hêjayî gotinê ye ku, Şêx Zahid Şehabî, roja Înê 14ê Adara sala 2025an, li rêûresma çiyayê Caqil ê ser bi bajarê Seqizê amade bibû û axaftinek kurt kiribû û di dawiyê de agirê Newrozê pêxistibû.
Hêjayî gotinê ye ku Azad Şahabî, birayê Zahid Şehabî li rêkefta 18 Tîrmeha sala borî digel du çalakvanên din ên olî yên bi navên Peyman Mihemedî û Perwîz Rehîmpanah li Xaneqayê bi gulleyan hatine kuştin.
Piştî midehekê, hejmarek ji çalakvanên sivîl yên Seqizê bi îşarekirin bi belgeyên berdest û pêşîneya dirêj a saziyên hikûmetê, ev kiryare bi terorîzma rêkxistinkirî û kiryarek ji bo serkutkirinê bi nav kirin.