Girtîgeha Urmiye; Sizayê darvekirina Şahîn Wesaf ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî hate hilweşandin

09 April 2025 00:06

Hengaw; Sêşemî 8ê Nîsana 2025an

Sizayê darvekirina Şahîn Wesaf ê welatiyê Kurd û xelkê Selmasê û rûniştiyê bajarê Urmiyê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan, ji aliyê Dîwana Bilind ve hate hilweşandin û bo pêdeçûna dubare bo tayeke Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya dadwer Riza Necefzade ku berê bo navbirî sizayê darvekirinê derkiribû, hate şandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sizayê darvekirina Şahîn Wesaf ê temen 29 salî û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Urmiyê, ji aliyê tayeke Dîwana Bilind a Îranê ve ji ber kêmasiyên lêkolînê hate hilweşandin û bo pêdeçûna dubare bo vê tayê, wate Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya dadwer Riza Necefzade hate şandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hilweşandina sizayê darvekirina

vî girtiyê siyasî roja Duşemî 7ê Nîsana 2025, li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi awayekî fermî jê re hatiye ragihandin û dosyeya vî girtiy  siyasî di paşerojê de dê ji aliyê heman tayê ve dê were pêdeçûnkirin û sizayek nû ji bo navbirî bê dayînê ku egera derçûna dubare a sizayê darvekirinê heye.

Hêjayî gotinê ye ku, Şahîn Wesaf berê ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Riza Necefzade bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatibû sizadan û sizayê wî bi awayekî fermî roja Sêşemî 3ê Cotmeha 2023an jê re hatibû ragihandin.

Şahîn Wesaf, roja 21ê Îlona 2022an, li meşa tevgera Jina Jiyan Azadî digel pismamê xwe yê bi navê Nasir Wesaf ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Urmiyê hatibûne girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî hatibûne veguhastin û piştî lêpêçînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin.

Nasir Wesaf piştî salek binçavkirinê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Hengawê berê dabû zanin ku Şahîn Wesaf di bin îşkenceyên dijwar de hatibû neçarkirin ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike û di dema birêvecûna kombûna dadgehê ji mafê parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin.

Şahîn Wesaf di heyama girtîgehê de ji mafê azadiya demkî (mirexesî) bêpar bû û niha jî li beşa siyasî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin