Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha navendî ya Reştê

22 March 2025 13:57

Hengaw; Şemî 22ê Adara 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyan ji wan girtiyekî Kurd ên bi navê Feramerz Keyferî û Kuroş Zar`i, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Lakana Reştê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 16ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Kuroş Zar`i yê temen 36 salî û bavê du zarokan li girtîgeha Lakana Reştê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Kuroş Zar`i sê sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha sibêdeha roja Sêşemî 25ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Feramerz Keyferî yê girtiyê Kurd û xelkê Kengawerê li girtîgeha Lakana Reştê hate birêveçûn. Feramerz Keyferî jî berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin