Girtîgeha navendî ya Meşhedê; Birêveçûna sizayê darvekirina bi dizî ve ya pênc girtiyên mezhebî û ewlehî ji wan sê girtiyên Belûç

Hengaw; Çarşemî 9ê Nîsana 2025an
Sizayê darvekirina 5 girtiyên mezhebî û ewlehî ji wan 3 girtiyên Belûç ên bi navên Ebdulhekîm Ezîm Gorgîc, Ebdulrehman Gorgîc û Tac Mihemed Xurmalî û 2 girtiyên dinê yên bi navên Malik Elî Fedayîneseb û Ferhad Şakirî, bi awayekî dizî ve li girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê hate cîbicîkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 8ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Ebdulhekîm Ezîm Gorgîc ê xelkê Aq Qelaya parêzgeha Gulistanê, Ebdulrehman Gorgîc û Tac Mihemed Xurmalî, Malik Elî Fedayîneseb û Ferhad Şakirî li girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê hate birêveçûn.
Sizayê darvekirina van girtiyan di demekê de hatiye birêveçûn ku ji mafê dawî hevdîtina bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin û malbatên wan bi rêya telefonê ve ji îdamkirina zarokên xwe hatine agehdarkirin. Di vê navberê de, Malik Elî Fedayîneseb ku tenê tohmetbarê mezheba Şîe yê vê dosyeyê ye û 4 girtiyên dinê jî Sune mezheb bûn.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî darvekirina van 5 girtiyên mezhebî şermezar dike û radigehîne ku ev 5 girtiyên mezhebî di pêvajoyeke bi tevahî nerohn û nedadperwerane de bi darvekirinê hatibûne sizadan û daxwazê ji hemû saziyên mafê mirovî yên cîhanî dike, ku bi girtina pêş a rê û şûnên guncaw ji wan dorpêçkirina dadweran û Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî, nirxa birêveçûna sizayê darvekirinan li Îranê zêde bikin.
Di vê dosyeyê de ji bilî van 5 girtiyan, navê 7 tohmetbarên dinê jî tê xuyakirin. 9 kes ji van girtiyane yên bi navên Malik Elî Fedayînesab, Hemîd Rastbala, Ferhad Şakirî, Kebîr Seadet Cehanî, Mihemedelî Arayis, Îsa Eydmihemedî, Ebdulhekîm Ezîm Gorgîc, Ebdulrehman Gorgîc û Tac Mihemed Xurmalî di sala 2019an de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Meşhedê ve bi tohmeta “şerkirin di girûpên Selefî yên Hizbulfurqan û Bereya Yekgirtî ya Netewî ya Sune Mezhebên Îranê de” bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Ev tohmetbarane di Çileya 2016an de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û nêzî salekê piştre bo girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê hatibûne veguhastinê.
Ebdulhekîm Ezîm Gorgîc, di heyama binçavkirinê de bi awayekî hovane wekî daliqandin ji ban ve bo heyamek zêde û valakirina bîberê di nav laşê wî yê aliyê piştê de rastî îşkencekirinê hatibû.
Hêjayî gotinê ye ku, sizayê darvekirina her yek ji Hemîd Rastbala, Kebîr Seadet Cehanî û Mihemedelî Arayiş li Kanûna 2020an hatibû birêveçûn.
Sê tohmetbarên dinê yên vê dosyeyê yên bi navên Mihemedriza Şêx Ehmedî, Ebdulbasit Orsen û Murteza Fekûrî bi tohmeta “bexî û endametî di girûpa tundajo ya DAÎŞê de” her yek bi 15 sal girtîgehê hatibûne sizadan.
Di encamê de hin ji van sizayan ji aliyê Dîwana Bilind ve hatine redkirin û di Nîsana 2023an de Taya Çarem a Dadgeha Şoreş a Meşhedê bi serokatiya dadwer Ehmediyan Selamî sizayê darvekirinê bi ser 6 tohmetbarên bi navên Ferhad Şakirî, Ebdulhekîm Ezîm Gorgîc, Ebdulrehman Gorgîc, Tac Mihemed Xurmalî, Malik Elî Fedayînesab û Îsa Eydmihemedî de sepand.