Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina 12 girtiyan li girtîgehên Meşhed, Kerec û Ehwazê di rojekê de

01 May 2025 00:10

Hengaw; Çarşemî 30ê Nîsana 2025an

Di heyama rojekê de aliyê kêm sizayê darvekirina 12 girtiyan ji wan girtiyekî siyasî yê hevwelatiyê Gîlek, pênc girtiyên Belûç û girtiyekî Kurd li girtîgehên Wekîlava ya Meşhed, Qizilhesara Kerecê û Sêpîdara Ehwazê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 30ê Nîsana 2025an, ji bilî darvekirina Muhsên Lengernişîn ê girtiyê siyasî yê xelkê Newşehrê, herî kêm sê girtiyên din jî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hevdem sizayê darvekirina Esxer Wetenperest ê welatiyê Tirk ê xelkê Tewrêzê ku 7 sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan digel Hemîd Fazilî yê xelkê Tehranê ku çar sal berî niha û Emad Ehmedî yê temen 27 salî yê welatiyê Kurd û xelkê Kirmaşanê û rûnişiyê bajarê Tehranê ku sê sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, hate cîbicîkirin.

Hevdem û di girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê de, sizayê darvekirina aliyê kêm şeş girtiyan ji wan çar girtiyên Belûç ku hemû bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, hate birêveçûn.

Nasnameya çar girtiyên Belûç bi Ebdulxefar Berahûyî yê 47 salî, Perwîz Destkalê yê 40 salî, Ebdulsemed Gorgîc û Cawîd Gulbeçê yê 34 salî û herçar xelkê Zahidanê hatiye eşkerekirin. Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Ebdulxefar Berahûyî û birayê wî yê bi navê Perwîz Destkalê çar sal berê di dosyeyeke hevbeş de û Ebdulsemed du sal berê û Cawîd Gulbeçê jî çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatbûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Du girtiyên dinê jî, ku nasnameya yek ji wan bi navê Mehdî Ezîzî yê xelkê Meşhedê hatiye eşkerekirin, bi heman tohmetê hatine darvekirin ku nasnameya her şeş kesan ji aliyê Hengawê ve tê vekolînkirin.

Ji aliyeke dinê ve, sizayê darvekirina du girtiyan ku nasnameya yek ji wan bi navê Mihemed Nebî Zîrkarî yê 43 salî û hevwelatiyê Belûç ê xelkê Mîrcaweyê hatiye eşkerekirin, li girtîgeha Sêpîdar a Ehwazê hatiye cîbicîkirin. Ev du girtiyane ku nesnameya yê din jî di halê lêkolînê de ye berê di dosyeyên cuda de û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan. Mihemednebî Zîrkarî 8 sal berê hatibû girtin.

Tenê nûçeya darvekirina Muhsên Lengernişîn di medyayên ser bi hikûmetê de hatiye ragihandin û nûçeya darvekirina 11 girtiyên dinê di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin