Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd bi tohmeta sîxurî bo Îsraîlê hate birêveçûn

Hengaw; Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Resûl yê xelkê bajarê Silêmanî yê ser bi Herêma Kurdistanê, ku berê bi tohmeta sîxurî bo Îsraîlê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, bi dizî ve li girtîgeha Urmiyê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Îdrîs Alî yê 32 salî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed Resûl bi nihênî û bi bê hebûna mafê hevdîtina bi malbatên xwe re li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Nûçegihaniyên hikûmetî ji wan Nûçegihaniya Mîzan bi weşana vê nûçeyê ragihandine ku, ev darvekirinane li berdewamiya kiryarên tund ên Dezgeha Dadwerî li hember reftara sîxurên Sehyûnîstiyê hatiye encamdan.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di yekem roja şerê Îran û Îsraîlê de, nîgeraniyeke cidî li ser cîbicîkirina sizayên van girtiyan, pêvajoya derçûn û piştrastkirina sizayê darvekirinê li ser bingeha îtîrafên bi zorê û pêvajoyên dadwerî yên nedadperwerî nîşan dabû û huşdarî dabû ku ev kiryare li çarçêveya siyasetên tolhildanê yên Komara Îslamî û nedîtina prensîbên bingehîn ên mafê mirovî tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî di heyam girtinê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û heta hevdîtina bi malbata xwe re hatibû bêparkirin û herwisa di heyama 8 meh binçavkirinê de li vê girtîgehê rastî îşkenceyên dijwar hatibûn û di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de hatibû neçarkirin ku îtirafên bi zorê û tohmetên ku li dijî wî hatibû sepandin bikişîne sitûyê xwe û piştî 8 mehan bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.
Azad Şucaî, Îdrîs Alî û Resûl Ehmed Resûl li Îlona 2023an, ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Qurban Şahînî bi tohmeta “sîxurîkiin bo Îsraîlê” hatibûne dadgehîkirin û di Mijdara heman salê de derçûna sizayê darvekirinê bi fermî ji wan re hatibû ragihandin.
Piştrastkirina sizayê darvekirina van sê girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, salek piştî derçûna siza û tenê çend roj piştî êrîşên leşkerî û tolhildana Îsraîlê bo ser binkeyên leşkerî yên Îranê, ji aliyê Esxer Cehangîrî, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû medyayîkirin. Navbirî bi bê îşarekirin bi nasnameya van sê girtiyên Kurd îdia kiribû ku ev sê kesane ji bilî "sîxurîkirinê" li jêr navê qaçaxçîtiya vexwerinên elkolî hewla veguhastina keresteyên terorkirina Muhsên Fexrîzade dane.
Ev sê girtiyên Kurd di Tîrmeha 2023an de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin.
Esxer Cehangîrî di konferansa xwe ya medyayî de ragihandibû ku, di vê dosyayê de aliyê kêm 8 kes hatine binçavkirin û sê kes ji wan di qonaxa destpêkê de bi darvekirinê hatine sizadan. Ev yeka di halekê de ye ku roja Çarşemî 9ê Kanûna 2020an, Hengawê ragihandibû ku hêzên ewlehî bi hênceta terora Muhsên Fexrîzade Mehabadî, bajarê Banê dorpêç kiribûn û malên xelkê vekolîn kiribûn û zêdetirî 20 kes hatibûne girtin ku Hengawê nasnameya 9 kesan belav kiribû.
Muhsên Fexrîzade Mehabadî ji zanayên navkiya Îranê, roja Înê 27ê Mijdara 2020an, li navçeya Abserda Demawendê li nêzî bajarê Tehranê hate terorkirin û berpirsên Îranê wê demê Îsraîl wekî encamderê vê terorê dabûne nasîn.