Qizilhesar: Sizayê darvekirina Mihemedemîn Şayiste bi dizî ve hate cîbicîkirin

23 June 2025 17:05

Hengaw; Duşemî 23ê Hezîrana 2025an

Sizayê darvekirina Mihemedemîn Şayiste, girtiyê siyasî bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl”ê li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin. Hengaw carek din li derheg metirsiya ser canê girtiyên siyasî di navbera şerê Îran û Îsraîl”ê bi awayê micidî huşdariyê dide.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 23ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina Mihemedemîn Mehdewî Şayiste, girtiyê temen 27 salî li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin.

Medyayên hikumetî ji wan nûçegihaniya Mîzan ragihandiye ku, sizayê darvekirina navbirî “piştî derbasbûna tevahiya pêvajoya dadgehî” hatiye cîbicîkirin; Eva di halekê de ye ku darvekirina girtiyan bi mebesta çêkirina keşa tirsandinê û hevdem li şerê bi Îsraîlê re, egera mebesta derveyî dadweriya hikûmeta Îranê ye.

Sizayê darvekirina Mihemedemîn Mehdewî Şayiste, îsal ji aliyê Taya 39 a Dadgeha Bilind ve bi serokatiya dadwer Qasim Husênî Kuhkemerî hatibû piştrastkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî di bin îşkenceyên fizîkî û derûnî, zext û gefên hêzên ewlehî de neçar mabû ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike.

Mihemedemîn Mehdewî Şayiste di dema girtinê de, ji mafên xwe yên herî bingehîn wekî parêzerê hilbijardî û mafên dinê hatibû bêparkirin.

Navbirî berê ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreşê ve bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî bi tohmeta "hevkarîkirina bi Îsraîlê re" bi darvekirinê û bi tohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyên Îslamê" bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiye roja Duşemî 4ê Kanûna 2023an hatibû girtin û nêzî sê mehan di navendeke ewlehî de hatibû lêpirsînkirin. Di dawiyê de ew bo benda 4 a girtîgeha Êvînê ya taybet bi girtiyên tohmetbarên sîxuriyê hatibû veguhastin û piştre jî bo girtîgeha Qizilhesarê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin