Îsfehan: Cîbicîkirin sizayê darvekirina Mecîd Museyibî bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl”ê

22 June 2025 15:32

Hengaw; Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an

Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku, sizayê darvekirina Mecîd Museyibî bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl”ê hate cîbicîkirin. Hengawê berê li derheq cîbicîkirina pêlek bi lez û berfireh a darvekirina hevwelatiyan bi tohmetên sîxur li dema şerê di navbera Îsraîl û Îranê de huşdarî dabû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an, sizayê darvekirina Mecîd Museyibî, kurê Recebelî bi tohmeta sîxurî li cihekî nexuya hate cîbicîkirin. Nûçeya girtina vî girtiyê berê nehatibû medyayîkirin û nûçegihaniya Mîzan ragihandiye ku sizayê navbirî piştî perijandin ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve hatiye cîbicîkirin.

Mîzan, medyaya girêdayî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê nivîsiye ku, mînaka tohmeta Mecîd Museyibî “pêwendiya berdewam a navbirî digel xizmetguzariya sîxurî ya Îsraîlê” bûye. Di vê raporê de hatiye ku navbirî digel kesek bi navê Deyvîd pêwendî hebûye û bi awayê heftane raporên xwe yên heftane bo navbirî şandine.

Mecîd Museyibî berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi tohmeta “muharibe û gendelî li ser erdê bi rêya hevkarîkirin digel welatên biyanî yên dijminên derve û sîxurî” bi darvekirin hatibû sizadan.

Hengawê berê di raporekê de nivîsîbû ku, her demê aloziyên di navbera Komara Îslamî û Îsraîlê zêde dibin, hikûmet bi mebest hewla cîbicîkirina bi lez a sizayê darvekirinê bo hin kesan dide ku berê bi tohmeta "sîxurî bo Îsraîlê" di girtîgehan de bi dîl hatine girtin.

Cîbicîkirina sizayê darvekirina vî girtiyê tenê çend demjimêr piştî ragihandina êrîşa esmanî ya Amrîkayê bo ser navendên navkî yên Netenz, Îsfehan û Fordoyê li bajarê Qumê bû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin