Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina Seyîd Teha Husênî di girtîgeha navendî ya Bokanê de

Hengaw; Çarşemî 9ê Nîsana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Seyîd Teha Husênî ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Bokanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 7ê Nîsana 2025an, Seyîd Teha Husênî yê 23 salî û xelkê Bokanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate darvekirin. Navbirî di temenê 18 saliyê de bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê Kurd 5 sal berî niha bi tometa kuştina welatiyek bi navê Yeiqûb Nûre hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Teha Husênî di dema encamdana tawanê de 18 salî bû.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, kesê hatî kuştin yek ji endamê girûpên Selefî û xwediyê şîrînî firotinê bûye û li dukana xwe destdirêjî kiriye ser berdestên xwe û vîdyo ji wan hilgirtiye û Teha Husênî jî yek ji wan qurbaniyan bûye. Yeiqûb Nûre berê nêzî du salan ji ber hevkarîkirin bi DAÎŞê re, di girtîgeha Urmiyê de girtî bû.
Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re gotiye, malbata Husênî ji ber nebûna şiyana madiyatê nikarîne parêzere ji bo dosyeya kurê xwe bigirin.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekrina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze yên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.