Raporek li ser darvekirina 6 girtiyan li girtîgehên Qizlhesara Karac, Kirmaşan, Gonabad û Qumê

09 April 2025 21:12

Hangaw; Çarşemî 9ê Nîsana 2025an

Sizayê darvekirina herî kêm 6 girtiyên bi navên Îsmayîl Dêhmerde, Semîr Qasimî, Behram Hodawendxanî, Salar Emîr Celalî, Ebulfezil Kerîmî û Kambîz Fethî ku berê bi tohmetên madên hişber û kuştina bi qest hatibûe girtin û bi darvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgehên Qizilhesara Kerec, Kirmaşan, Gonabad û Qumê hate bireveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja çarşemî 9ê Nîsana 2025an, sê girtiyên bi navên Behram Hodawendxanî yê welatiyê Lor û rûniştiyê Weramînê, Salar Emîr Celalî yê hevwelatiyê Tirk û rûniştiyê Tehranê û Ebulfezl Kerîmî, rûniştiyê bajarê Kercê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine darvekirin. Ev girtiyane berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha

Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan. Di nav van girtiyan de Behram 16 sal bû ku di bin sizayê darvekirinê de bû.

Herwiha di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Kambîz Fethî yê 28 salî û xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin. Ev girtiyê Kurd 3 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di berdewamiya pêla darvekirinên roja Çarşemî de, sizayê darvekirina girtiyekî bi temen ê hevwelatiyê Belûç ê bi navê Îsmayîl Dêhmerde yê xelkê Sîstan û Belûçîstanê di girtîgeha navendî ya Gonabadê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî hate cîbicîkirin. Ev girtiye berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişer hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyeke dinê ve, sibêdeha roja Yekşemî 6ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Semîr Qasimî li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn. Ev girtiyê han berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van şeş girtiyane li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin