Sine; Girtina Pêyman Şêxulîslamî ji aliyê hêzên Wezerata Îtilaatê ve

10 April 2025 13:53
Hengaw; Pêncşemî 10ê Nîsana 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê Sine yê bi navê Pêyman Şêxulîslamî ji aliyê hêzên Wezerata Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Nîsana 2025an, Pêyman Şêxulîslamî yê xelkê Sine ji aliyê hêzên Wezerata Îtilaatê ve hate girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî