Girtina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Amolê ve

Hengaw; Pêncşemî 10ê Nîsana 2025an
Du welatiyên Kurd ên xelkê Merîwanê yên bi navên Rêbwar Erjengî û Hemîd Seîdî li bajarê Amol ê ser bi parêzgeha Mazenderanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa van nexuya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Nîsana 2025an, du welatiyên Kurd ên bi navên Rêbwar Erjengî yê xelkê gundê Nê yê ser bi Merîwanê û Hemîd Seîdî yê xelkê Merîwanê li bajarê Amolê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata van du welatiyên Kurd, ev du welatiyane piştî 24 demjimêran di pêwendiyeke telefonî ya çend xulekî de dane zanîn ku, ji aliyê Îtilaata Spaha Amolê ve hatine girtin û ji vê demê ve heta niha ti zanyariyek derheq qedera van li ber dest nîne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyaryek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbata van di vê derbarê de bê encam maye.