Sînorê Sûmar; Endamekî Erteşa Îranê ji ber teqîna mînê hate kuştin

10 April 2025 18:53

Hengaw; Pêncşemî 10ê Nîsana 2025an

Endamekî Erteşa Îranê ji Tîpa Bejayî ya 71an û cihgir li ser sînorê Sûmarê yê bi navê Mihemed Selîmî ji ber teqîna mînên ku ji şerê Îran û Iraqê li ser sînorê Sûmarê yê ser bi bajarê Giyelanê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bi cih mane hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 9ê Nîsana 2025an, Mihemed Selîmî yê bi pileya “Sitwan Sêyem” ê xelkê Serpêla Zehawê ji ber teqîna mînê li ser sînorê Sûmarê yê ser bi bajarê Giyelanê canê xwe ji dest da.

Sadiq Xudadadî, Fermandarê Giyelanê ji nûçegihaniya hikûmetî ya “IRNA”yê re ragehanid ku, Mihemed Selîmî di dema bicihanîna erkekê de li navçeya navbera binkeya “Gîske” û “Kanî Şêx” ji ber teqîna mînê hate kuştin.

Herwiha roja Duşemî 8ê Nîsanê jî, 2 endamên hêzên leşkerî yên sînorê Banê yên bi navên Mihemedriza Sediqpûr û Elî Kerîmî, her du xelkê Îlamê ji ber teqîna mînê hatine kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin