Merîwan; Çar serbaz ji ber teqîna mînan hatine kuştin û birîndarkirin

Hengaw; Şemî 31ê Gulana 2025an
Du serbaz bi navên Mihemedriza Huriyet Pesend û Soheyb Ezîzî di dema derbaskirina xizmeta bi zorê ya serbazî de, ji ber teqîna mînan li navçeya sînorî ya Merîwanê hatine kuştin û du serbazên dinê jî birîndar bûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 30ê Gulana 2025an, Mihemedrizad Huriyet Pesend yê xelkê Qurwe û Soheyb Ezîzî yê xelkê Bane bi sedema teqîna mînan li Merîwanê hatine kuştin.
Pêka medyayên hikûmetî, di vê teqînê de serbazek dinê yê Kurd bi navê Soran Şerîfî yê xelkê Bane û herwisa sergurd Emanulah Ebdulahî yê xelkê bajarê Xumeynê yê ser bi parêzgeha Merkezî hatine birîndarkirin.
Di berdewamiya vê raporê de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku, du kes ji birîndarbûyên vê bûyerê bo navendên dermanî hatine veguhastin û rewşa tendirustiya wan baş e.