Girtina dubare ya Nerîman Rendanî ji çalakvanê medyayî yê Seqizê

Hengaw; Pêncşemî 10ê Nîsana 2025an
Nerîman Rendanî ji çalakvanê medyayî û medenî yê xelkê bajarê Seqizê ku di navîna Adara 2025an de piştî mehek ji binçavkirinê hatibû berdan, careke din ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîvroya roja Çarşemî 9ê Nîsana 2025an, Nerîman Rendanî ji çalakvanê medyayî û medenî yê temen 30 salî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Nerîman Rendanî li dukana cihê karê xwe di encama êrîşa hêzên ewlehî hatiye binçavkirin û piştre bo cihekî nediya hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyaryek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.
Nerîman Rendanî roja Sêşemî 25ê Şibata 2025an, piştî 33 roj ji binçavkirin di îdareya Îtilaata Sine û girtîgeha navendî ya Seqizê de, bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû berdan.
Navbirî digel birayê xwe yê bi navê Mîlad Rendanî, piştî girtinê bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran a Sine ya bi navê "Şehramfer" hatibûne veguhastin.
Nerîman Rendanî, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, li şeqameke bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.