Seqiz; Sizayê 8 meh girtîgeh bi ser Bêhrûz Feyzî de hate sepandin

12 April 2025 13:28

Hengaw; Şemî 12ê Nîsana 2025an

Bêhrûz Feyzî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê ku meha derbasbûyî piştî 44 roj girtin bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû azadkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Bêhrûz Feyzî yê temen 43 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya Mucteba Xefarî bi tohmeta “piropagende li dijî hikûmetê ji rêya torên civakî ve” bi 8 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî vî sizayê, yek li ser du ji vê heş meh girtîgehê di dawiyê de bi dana 10 milyon Tumen sizayê nextî hate guherîn û çar mehên dinê jî bo heyama yek salekê hate ragirtin.

Bûhrûz Feyzî roja Şemî 8ê Nîsana 2025an, bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê hatibû azadkirin.

Ev welatiye roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an û rojek piştî girevgirtina bajarên Kurdistanê li derheq sizayê darvekirina Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hatibû girtin.

Navbirî piştî girtinê destpêkê bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran û di dawiyê de piştî heyamekê bo girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin