Merîwan; Raporek li ser girtin û nexuyabûna çarenivîsa Husên Elîzade

Hengaw; Şemî 12ê Nîsana 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Husên Elîzade, heyama zêdetirî mehemkê ye ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatiye binçavkirin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 6ê Adara 2025an, Husên Elîzade yê temen 50 salî û xelkê gundê “Derê” yê ser bi bajarê Merîwanê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di heyama 36 rojên borî de heta niha zanyariyek hûr derbarê çarenivîs û rewaşa ragirtina Husên Elîzade li ber dest nîne.
Vê çavkaniyê di berdewamiyê de daye zanîn ku, Husên Elîzade tûşê nesaxiya derûnî bûye û ragirtina demdirêj a navbirî di girtîgehê de bandorek xirab li ser tendirustiya wî dadinê.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.