Pîranşar; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ebdulah Ejîr

Hengaw; Sêşemî 15ê Nîsana 2025an
Ebdulah Ejîr ê welatiyê Kurd û xelkê Pîranşarê mehek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Li gorî raporta ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ebdulah Ejîr, welatiyê temen 45 salî û xelkê gundê “Serûkanî” yê ser bi bajarê Pîranşarê û bavê sê zarokan, 29 roj e bi bê ti agahî di girtîgehê de ye.
Ebdulah Ejîr di heyama girtina xwe de ji mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Hewlên malbata Ebdulah Ejîr derheq agehdarbûn ji rewşa wî bê encam maye û heta niha ti zanyariyek derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.
Ev welatiyê Kurd roja Yekşemî 16ê Adara 2025an li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin.
Hêzên ewlehî di dema binçavkirina vî welatiyê kurd de dest danîbûne ser hinek kelûpelên kesî yên wî.