Sizayê darvekirina Rehîm Rehîmpûr, girtiyê xelkê bajarê Bane li girtîgeha Kirmanê hate birêveçûn

Hengaw; Sêşemî 15ê Nîsana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bane yê bi navê Rehîm Rehîmpûr naskirî bi (Yadigar) li girtîgeha navendî ya Kirmanê hate birêveçûn. Ev girtiye berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan. Hevdem girtiyekî Belûç jî hatiye darvekirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Rehîm Rehîmpûr ê temen 41 salî û xelkê bajarê Bane li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmanê hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Yadigar Rehîmpûr du sal berî niha li bajarê Kirmanê hatibû girtin û ji aliyê Taya Çar a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hevdem digel vî girtiyê, sizayê darvekirina Ebûbekr Şebexş, girtiyî Belûç ê temen 36 salî û xelkê gundê “Sercengel” ê ser bi bajarê Zahîdan li girtîgeha navendî ya Kirmanê hate cîbicîkirin. Nûçeya darvekirina vî girtiyê ji aliyê Hengawê ve hatiye belavkirin.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.