Girtîgeha Benderebas; Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Kerîm Îsmayîlî û Peyman Nadirî

Hengaw; Sêşemî 15ê Nîsana 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê bajarê Kirmaşan û Şabadê yên bi navên Peyman Nadirî û Kerîm Îsmayîlî li girtîgeha navendî ya Benderebasê hate birêveçûn. Ev girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Peyman Nadirî ê temen 28 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê û Kerîm Îsmayîlî yê xelkê Şabadê li girtîgeha navendî ya bajarê Benderebasê hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Kerîm Îsmayîlî sê sal berî niha û Peyman Nadirî jî du sal berî niha di dosyeyên cuda de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hevdem digel van du girtiyane, sizayê darvekirina Eyûb Berniyayî, girtiyê Belûç ê temen 37 salî û bavê du zarokan û xelkê Remêşkê yê ser bi parêzgeha Kirmanê li girtîgeha navendî ya Benderebasê hate cîbicîkirin. Navbirî jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan û nûçeya navbirî berê li Hengawê hatibû belavkirin.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.