Urmiye; Sizayê darvekirina Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd hate redkirin

16 April 2025 12:56

Hengaw; Çarşemî 16ê Nîsana 2025an

Sizayê darvekirina Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd ê girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hate redkirin. Navbirî berî niha bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, redkirina sizayê darvekirina Nasir Bekirzade yê temen 26 salî û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê Dîwana Bilind ve, bi awayekî fermî bi parêzerê vî girtiyê siyasî re hatiye ragihandin.

Bi vî awayî dosyeya Nasir Bekirzade ji bo pêdeçûna dubare bo taya hevaset li Dadgeha Şoreş a Urmiyê dê bê şandin.

Nasir Bekirzade, di Cotmeha 2024an de, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi îdamê hatibû sizadan.

Ev tohmetbarê siyasî li rêkefta 9ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên Îtilaata Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend hefteyan bi wergirtina sozeke nivîskî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Navbirî roja 2ê Çileya 2024an careke din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend mehan lêpêçînkirin di dawiyê de bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Nasir Bekirzade di heyama girtinê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî zext û givaşan hatibû û ji mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin