Sepandina sizayê darvekirinê bi ser pênc kes ji binçavkiriyên tevgera Jin Jiyan azadî li Bokanê

Hengaw; Duşemî 7ê Tîrmeha 2025an
Rizgar Babmîrî, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî, Kawe Salihî û Teyfûr Babamîrî pênc tohmetbarên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sizayê darvekirinê û serhev bi 75 sal girtîgehê hatine sizadan. Pênc kesên dinê yên vê dosyeyê bi sizayê girtîgehê hatine sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Teyfûr Selîmî Babamîrî yê temen 47 salî, Soran Qasimî yê temen 28 salî, Pêjman Sultanî yê temen 30 salî, Kawe Salihî yê temen 40 salî û Rizgar Babamîrî yê 42 salî her yek ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmetên wek “bexî û miharibe” bi darvekirinê û bi tohmeta “endametî li girûpên terorîstî” her yek bi sizayê 15 sal girtîgehê hatine sizadan.
Hêjayî behskirinê ye ku, her yek Soran Qasimî, Kawe Salihî û Pêjman Sultanî bi sê car sizayê darvekirinê, Rizgar Babamîrî bi du car sizayê darvekirinê û Teyfûr Selîmî Babmîrî ku niha bi barimteya pênc milyard Tumenî hatiye berdan bi carek sizayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Ev sizaye roja Duşemî 7ê Hezîrana 2025an, bi awayekî fermî ji parêzerên wan re hatiye ragihandin.
Di vê navberê de Pêjman Sultanî berê di dosyeyek dinê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Tawanan a taybet bi ciwanan ve li Urmiyê sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Herwisa Rizgar Beygzade Babamîrî û Soran Qasimî bi tohmeta “beşdarî li kuştinê” her yek bi 15 sal û 10 sal û yek roj girtîgehê hatibûne sizadan. Kawe Salihî yek din ji tohmetbarê vê dosyeyê ji van tohmetan bê tawan hatiye nasandin.
Hevdem kombûna pêdaçûn bi tohmetên pênc tohmetbarên siyasî yên dinê û xelkê Bokanê yên bi navên Hêmin Kirmanc, Ehmed Mamzade yê temen 65 salî, Ebûbekir Mamzade yê temen 53 salî, Celîl Mewlûdî û Ciwamêr Mam Xusrewî yê 50 salî hatiye birêveçûn ku sizayên wan dê ji aliyê Hengawê ve bê belavkirin.
Ciwamêr Mam Xusrewî li rêkefta 26ê Adara 2023an, Hêmin Kirmanc li rêkefta 18ê Nîsanê û Rizgar Babamîrî û Celîl Mewlûdî li 16ê Nîsanê û Ehmed Mamzade, Ebûbekir Mamzade, Soran Qasimî, Pêjman Sultanî û Kawe Salihî li 15ê Nîsana heman salê hatibûne girtin û bo girtîgeha Urmiyê hatibûne veguhastin.
Teyfûr Selîmî Babmîrî jî, li Şibata 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li Bane hatibû girtin.
Ev kesane çend meh piştî tevgera Jin Jiyan Azadî û her di vê derheqê de ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û bo heyama çend mehan bi awayê zorê hatibûne bêserûşûnkirin û bi tundî rastî îşkence û neçar bi îtirafa bi zorê li dijî xwe hatibûn.