Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina şeş girtiyan li girtîgehên Kerecê ji wan sê girtiyên Kurd

16 April 2025 13:05

Hengaw; Çarşemî 16ê Nîsana 2025an

Di heyama hefteya borî de aliyê kêm sizayê darvekirina neh girtiyan ji wan sê girtiyên Kurd û girtiyekî xelkê Efxanistanê li girtîgehên navendî yên Kerec û Qizilhesara Kerecê hatiye birêveçûn ku berê nûçeya darvekirina sê kes ji wan ji aliyê Hengawê ve hatibû belavkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina aliyê kêm sê girtiyên bi navên Elî Şahî yê xelkê Dêlfanê, Secad Yarmihemedî û Mecîd Ruhî li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Ev sê girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyekê dinê ve, roja Çarşemî 9ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û xelkê Kirmaşanê yên bi navên Secad Ekberî yê 27 salî û Mêysem Weysî yê 43 salî digel girtiyekî xelkê Efxanistanê yê bi navê Şîrmihemed Nezerulah ku berî niha bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate birêveçûn. Di heman rojê de Hengawê nûçeya darvekirina sê girtiyên dinê belav kiribû û bi vî awayî hejmara girtiyên hatinî darvekirin li vê girtîgehê giha bi 9 kesan.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin