Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên bi navên Elî Fezadostiyanî, Sohrab Heyderî û Seîd Ebasî li girtîgeha navendî ya bajarên Kerec, Qum û Kirmaşanê

17 April 2025 14:34

Hengaw; Pêncşemî 17ê Nîsana 2025an

Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên xelkê bajarên Kirmaşan, Rey û Elîguderz ên bi navên Elî Fezadostiyanî, Sohrab Heyderî û Seîd Ebasî li girtîgeha navendî ya bajarên Kerec, Qum û Kirmaşanê. Ev sê girtiyene berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Elî Fezadostiyanî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Elî Fezadostiyanî ji şeş sal beriya niha ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem, sizayê darvekirina Seîd Ebasî yê temen 25 salî yê Lor û xelkê Elîguderz li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin. Navbirî du sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyeke dinê ve û di heman rojê de, Sohrab Heyderî yê xelkê bajarê Rey yê girêdayî parêzgeha Tehranê, bi heman tohmetê li girtîgeha Qumê hate cîbicîkirin.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin