Girtina Mîlad Muradî, welatiyê xelkê Ciwanroyê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li Tehranê

17 April 2025 14:40

Hengaw; Pêncşemî 17ê Nîsana 2025an

Mîlad Muradî, welatiyê Kurd ê xelkê Ciwanroyê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Tehranê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 14ê Nîsana 2025an, Mîlad Muradî yê xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Mîlad Muradî, ev welatiyê Kurd di encama êrîşa çendîn hêzên îdareya Îtilaatê de bo ser dukana cihê karê wî hatiye girtin.

Mîlad Muradî piştî sê rojan di pêwendiyeke telefonî de bi malbata xwe re daye zanîn ku hatiye girtin û rewşa tenduristiya wî baş e.

Heta niha ti zanyariyek derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin