Rêûresma Newrozê; Girtina Mihemed Nîkpey ji aliyê hêzên hikûmetê ve li bajarê Merîwanê

23 March 2025 00:33

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an

Mihemed Nîkpey, welatiyê Kurd û xelkê Merîwanê li pêwendî digel rêûresma Newrozê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Hejmara welatiyên ku li rêûresma Newrozê hatine girtin di heyama du rojên borî de li Merîwanê giha bi 6 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Mihemed Nîkpey yê temen 28 salî û xelkê gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin.

Roja borî jî, Aram Nîkpey yê temen 38 salî, Mihemed Nîkpey yê temen 28 salî, her du pismamê Mihemed Nîkpey û welatiyekî din ê xelkê gundê "Nê" yê bi navê Mihemed Eştek ê 23 salî hatine girtin.

Hevdem jî, Tehsîn Dadres ê girtiyê siyasî yê berê yê temen 31 salî û Bilal Dadres ê temen 36 salî û her du xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Ev welatiyên Kurd li pêwendî digel rêûresma Newrozê li gundên Nê û Serdoş ên ser bi Merîwanê hatine girtin û tevî lipeyketinên malabata van welatiyên Kurd, saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke rohn derheq çarenivîs û rewşa wan dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq cihê ragirtin û herwiha çarenivîsa van welatiyê Kurd li   ber  dest   nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin