Sine; Soma Pûrmihemedî ya mamostaya zimanê Kurdî bi 11 sal girtîgeh û dûrxîstine hate sizadan

21 April 2024 20:55


Hengaw; Yekşemî 21ê Nîsana 2024an

Soma Pûrmihemedî ya mamostaya zimanê Kurdî û endama Birêveberî ya Navenda çandî û civakî ya Nûjînê li bajarê Sinê, bi du tohmetên cuda bi giştî bi 11 sal girtîgeh û dûrxistin bo Kirmaşanê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Soma Pûrmihemedî ya mamostaya zimanê Kurdî û endama Birêveberî ya Navenda çandî û civakî ya Nûjînê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya Keremî bi tohmeta “pêkanîna girûp ji bo têkdana ewlehiya welat” bi 10 sal girtîgeh û dûrxistin ji bo girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate sizadan.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên Soma Pûrmihemedî li 17ê Nîsana 2024an bi rê ve çûbû û piştî sê rojan sizayê han bi navbirî re hate ragihandin.

Herwiha navbirî di dosyayeke dinê de bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî” ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Sinê ve bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Soma Pûrmihemedî bi weşandina postekê li ser tora civakiya xwe ya Instagramê nivîsiye: Keremî di kombûna dadgehê de ji mîn re gotiye ku sizayê hanê berê hatiye danê.

Soma Pûrmihemedî ya 35 salî, roja Çarşemî 1ê Çileya 2023an, di demekê de ku digel hevjînê xwe Idrîs Mînberî serdana dadgehê kiribû hatibû girtin û piştî 27 rojan bi danîna barimteya yek milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin