Dîwandere; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Awat Babaxanî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

20 April 2025 17:17

Hengaw; Yekşemî 20ê Nîsana 2025an

Welatiyekî Kurd û xelkê Dîwandere yê bi navê Awat Babaxanî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina navbirî re çarenivîsa wî hê jî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 15ê Nîsana 2025an, Awat Babaxanî yê temen 20 salî yê xelkê gundê "Yengî Erex" û rûniştiyê bajarê Dîwandere, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd li cihê karê wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedemên girtin, çarenivîs, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin