Girtina Mihemed Xizrî û Zahîr Mehmûdiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve li Şinoyê

Hengaw; Yekşemî 20ê Nîsana 2025an
Du welatiyên Kurd û xelkê Şinoyê yên bi navên Mihemed Xizrî û Zahîr Mehmûdiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 20ê Nîsana 2025an, du welatiyên Kurd û xelkê gundê "Şawane" yê ser bi bajarê Şinoyê yên bi navên Mihemed Xizrî û Zahîr Mehmûdiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi êrîşkirin bo ser gundê Şawane û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hewla girtina van du welatiyên Kurd dane û herwiha dest danîne ser telefonên wan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq çarenivîs û cihê ragirtin van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.