Jinkujî; Fatime Sultanî ya temen 18 salî bi awayekî hovane ji aliyê bavê xwe ve li Şabadê hate kuştin

Hengaw; Yekşemî 20ê Nîsana 2025an
Keçeke ciwan a temen 18 salî ya bi navê Fatime Sultanî bi destê bavê xwe li bajarê Şabadê hate kuştin. Hênceta bikuj ji kuştinê pirsgirêkên malbatî bûye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 17ê Nîsana 2025an, keçeke ciwan a temen 18 salî ya bi navê Fatime Sultanî bi destê bavê xwe bi awayekî hovane li yek ji taxên bajarê Şabadê hate kuştin.
Nûçegihaniya “Rokna” bi bê îşarekirin bi nasnameya vê keça ciwan, ragihandiye ku ev jine bi destê bavê xwe bi çendîn dirbên kêran hatiye kuştin. Bikuj piştî ku hatibû binçavkirin, sedema kuştina keça xwe bi pirsgirêkên malbatî dabû zanîn.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bavê kuştî demjimêr 9ê sibêdeha roja bûyerê piştî serdankirina cihê karê Fatime ku li hola “çandina nînikan” li şeqama 20 metrî ya Şabadê mijûlê kar bûye, ji rêya pêwendiya telefonî ve, ew kêşaye derveyê holê û her li wir bi çend dirbên kêran Fatime kuştiye.
Pêka nivîsînên medyayên hikûmetî, bikuj ku 48 salî bûye piştî kuştina keça xwe, xwe radestî hêzên Întizamî kiriye û niha hatiye girtin.