Mehabad; Girtina Resûl Hesenpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve

21 April 2025 00:01

Hengaw; Yekşemî 20ê Nîsana 2025an

Resûl Hesenpûr, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê de hate binçavkirin û bo girtîgeheke vê saziya ewlehî li Urmiyê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 17ê Nîsana 2025an, Resûl Hesenpûr yê temen 32, bavê zarokek 6 salî û xelkê bajarê Mehabadê di mala xwe de li vî bajarî hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Resûl Hesenpûr, hêzên îdareya Îtilaatê di êrîşeke hovane de ev welatiyê Kurd li ber çavê endamên malbata wî binçav kirine.

Resûl Hesenpûr, rojek piştî binçavkirinê, di pêwendiyeke kurt a telefonî de daye zanîn ku, rewşa wî baş e û herwiha ev veguhastine bo girtîgeheke îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê.

Heta niha, ti zanyariyek derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin