Rêûresma Newrozê; Girtina Çalak Pîrozî û Seyfulah Başbilax li Merîwan û Seqizê

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an
Çalak Pîrozî, welatiyê Kurd û xelkê Merîwanê û Seyfulah Başbelix ê xelkê Seqizê li pêwendî digel rêûresma Newrozê li Kurdistanê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Çalak Pîrozî yê temen 19 salî û xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi bajarê Merîwanê û Seyfulah Başbilax ê temen 60 salî û xelkê Seqizê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Çalak Pîrozî û Seyfulah Başbilax ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newroza Kurdistanê de hatine girtin.
Li gorî zanyariyên ber dest, Seyfulah Başbilax bi “têkdana asayişa giştî” hatiye tohmetbarkirin ku ev yeka jî, ji ber beşdarîkirina wî di rêûresma Newrozê de li gundê “Qelakon”a Seqizê bûye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq cihê ragirtin û herwiha çarenivîsa van welatiyê Kurd li ber dest nîne.