Avdanan; Girtina Seîd Zerguş ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

Hengaw; Duşemî 21ê Nîsana 2025an
Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Avdananê yê ser bi parêzgeha Îlamê yê bi navê Seîd Zerguş ji aliyê hêzên ewhelî yên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 20ê Nîsana 2025an, Seîd Zerguş yê temen 32 salî û xelkê Avdananê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd ji ber belavkirina hin mijarên nerazîbûn li ser torên civakî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.