Girtîgeha Mayêşt; Girtiyek bi navê Hamid Gerawen dawî bi jiyana xwe anî

29 April 2025 12:52

Hengaw; Sêşemî 29ê Nîsana 2025an

Hamid Gerawen, girtiyê xelkê Koyeşt ê ser bi parêzgeha Loristanê, piştî nîşandana nerazîbûnê li derheq rawestana pêvajoya mirexesiyê û bêrêzîpêkirin ji aliyê dadwer ve, li girtîgeha Mayêşta Kirmaşanê hewla xwekuştinê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 27ê Nîsana 2025an, Hamid Gerawen ê girtiyê temen 34 salî û xelkê “Serteriyan”a Koyeştê ji rêya xwarina hebên birinc ve li girtîgeha Mayêştê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye çend demjimêr beriya xwekuştinê, bi mebesta çûn bo mirexesiyê digel yek ji alîkarên Dozgeriya Kirmaşanê yê bi navê "Eynî" axifî bû û daxwaza çûna wî bo mirexesiyê ji aliyê vî dadwerî ve hatibû redkirin, herwiha ji bilî redkirina daxwazkariyê, vî dadwerî bi Hamid Gerawen re bêrêzî kiribû.

Hêjayî behskirinê ye ku, Hamid Gerawen, çend sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi 26 sal girtîgehê hatibû sizadan û piştre ev sizaye bo 13 salan hatibû kêmkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin