Girtîgeha Mehabad; Qadir Resûlpûr, girtiyê siyasî yê Kurd hevdem digel roja azadbûnê bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest da

20 July 2025 20:41

Hengaw; Yekşemî 20ê Tîrmeha 2025an

Qadir Resûlpûr, girtiyê siyasî yê Kurd bi awayekî cihê şik û gumanê li dawî roja sizayê şeş meh girtîgehê li girtîgeha navendî ya Mehabadê canê xwe ji dest da. Navbirî li ser hev di heyama du car girtina xwe de 9 sal girtîgeh ji ber çalakiyên xwe di girtîgeha Mehabadê de derbas kir.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 18ê Tîrmeha 2025an, Qadir Resûlpûr ê temen 53 salî û xelkê bajarê Mehabadê kêmek beriya azadbûnê li girtîgeha Mehabadê bi awayekî şikdar canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, malbata Qadir Resûlpûr piştî çend demjimêr derengmayîna berdana vî girtiyê siyasî pêwendî bi girtîgehê re girtine û di bersivê de ji wan re hatiye gotin ku ew di serşoka girtîgehê de "ji ber firkbûnê di serşokê de " canê xwe ji dest daye.

Malbat û xizmên Qadir Resûlpûr tekezî kirine ku, ev girtiyê siyasî ti pirsgirêkek an nexweşiyek demdirêj tinebûye, û roja Çarşemî li hevdîtineka bi malbata xwe re, ji wan re gotibû ku ew dê du rojên dinê were berdan. Termê navbirî bo Pizîşkî Dadwerî li Urmiyê hatiye veguhastin.

Qadir Resûlpûr di heyama salên 1984 heta 1990an endamê Partiya Komelê bû. Navbirî kêmek piştî devberdan ji çalakiyên xwe di vê partiyê de bi 8 sal girtîgehê hatibû sizadan û vê heyamê li girtîgehê bû.

Qadir Resûlpûr roja Şemî 8ê Sibata 2025an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî li taxa Pişt Tepeya  Mehabadê hatibû girtin û piştre bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin