Raporek li ser canjidestdana Muradbeyg Zari`î di pevçûnekê de li girtîgeha Hemedanê

27 June 2025 19:50
Hengaw; Înî 27ê Hezîrana 2025an
Girtiyekî Kurd ê bi navê Muradbeyg Zari`î, ku bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha Hemedanê girtî bû, di pevçûnekê de li vî girtîgehê bi giranî hate birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 24ê Hezîrana 2025, Muradbeyg Zari`î, girtiyê xelkê bajarê Hersînê yê girêdayî Parêzgeha Kirmaşanê, di encama pevçûnekê de li girtîgeha Hemedanê canê xwe ji dest da.
Ev girtiyê Kurd ku heyama du sal ji sizayê xwe di vê girtîgehê de derbas dikir, piştî birîndarbûn bi çeka sar bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û ji ber kûrahiya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Source: Hengawê Kurdî