Sizayê darvekirina Muhsên Lengernişîn, girtiyê siyasî yê tohmetbar bi “sîxurîkirin bo Îsraîlê” hate birêveçûn

Hengaw; Çarşemî 30ê Nîsana 2025an
Sizayê darvekirina Muhsên Lengernişîn, girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Newşehra Mazenderanê ku berê bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” di pêvajoyeke nerohn de bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 30ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Muhsên Lengernişîn, girtiyê siyasî yê 34 salî û xelkê bajarê Newşehrê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn. Navbirî roja Şemiya borî bo odeya takekesî hatibû veguhastin û roja borî jî dawî hevdîtin digel malbata xwe hebû.
Nûçegihaniya Mîzan, nûçegihaniya fermî ya Dezgeha Dadwerî ya Îranê tevî piştrastkirina nûçeya darvekirina vî girtiyê siyasî ragihandiye ku, navbirî ji ber sîxurîkirin bo Îsraîlê û beşdarîkirin li terora Hesen Seyadxudayî ji fermandên pile bilind ê Spaha Pasdaran li Tehranê hatibû girtin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirin tund a birêveçûna sizayê darvekirina Muhsên Lengernişîn radigehîne ku, ev girtiye di piroseyeke bi tevahî nerohn û dûr ji standardên dadgehîkirineke dadperwerane de bi darvekirinê hatibû sizadan.
Muhsên Lengernişîn li rêkefta 3ê Tîrmeha 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û nêzî 43 rojan di bin îşkenceyên laşî û derûnî de bû, û di dawiyê de bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin.
Ew 12 mehan li benda 209 a girtîgeha Êvînê (girtîgeha Wezareta Îtilaatê) hatibû ragirtin û piştre bo benda 4 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û di dawiyê de, li 5ê Şibata 2025an ji benda 4 a girtîgeha Êvînê bo girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatibû veguhastin.
Muhsên Lengernişîn sala borî bi tohmeta "sîxurîkirin ji bo Îsraîlê" ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve, bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî bi darvekirinê hatibû sizadan û sê caran daxwaza wî ya dadgehîkirina dubare hatibû redkirin.
Ev girtiyê siyasî di heyama lêpirsîn û girtinê de li girtîgeha îdareya Îtilaatê rastî îşkenceyên tund ên laşa û derûnî hatibû da ku bi zorê rast îtîrafwergirtinê were. Fayleke dengî ya 22 xulekî ya Muhsên Lengernişîn di destê Hengawê de ye, ku tê de ew bi hûrî behsa îşkenceya laşî û derûnî dike ku bi mebesta wergirtina îtîrafên bi zorê û çêkirina dosye li dijî wî tê bikaranîn.