Dêzfol; Ezîm Ferxwend, welatiyê nerazî li dijî sizayê darvekirinê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin

02 May 2025 16:32

Hengaw; Înê 2ê Gulana 2025an

Ezîm Ferxwend, hevwelatiyê Lor û xelkê Dêzfolê, ku bi mebesta berteknîşandan li dijî sizayê darvekirina yek ji xizmên xwe yê bi navê Kerîm Ferxwend, nerazîbûna xwe anîbû ziman; bi gulleyên rasterast ên hêzên Kelanteriya 19 a vî bajarî hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 1ê Gulana 2025an, Ezîm Ferxwend yê 35 salî û xelkê Dêzfolê bi teqeya rasterast a hêzên binkeya Kelanterî ya 19 a vî bajarî canê xwe ji dest da.

Ezîm Ferxwend di halekê de ku bi nîşaneya nerazibûnê li dijî sizayê darvekirinê li ber binkeya Kelanterî ya 19 a Dêzfolê amade bibû, teqe li wî hate kirin.

Sizayê darvekirina Kerîm Ferxwend ê temen 25 salî û ji xizmên Ezîm Ferxwend, digel girtiyekî din ê bi navê Mehmûd Ustad Mîrzayî yê 28 salî, sibêdeha roja Pêncşemî li girtîgeha Dêzfolê hate birêveçûn.

Ev herdu girtiyane berê di dosyeyeke hevbeş de bi tohmeta "dizîkirin bi çekê" hatibûne girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, roja Sêşemî hejmareke zêde ji xelkê Dêzfolê li ber girtîgeha vî bajarê kom bibûn û daxwaza rawestana sizayê van du girtiyan kiribûn.

Berê Hengawê, li gorî gotina çavkaniyên agahdar nivîsandibû ku, hêzên girtîgehê di dema cîbicîkirina sizayê van du girtiyan de teqe li xwenîşandan kiribû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin